YPJ: BI TÊKBIRINA DAIŞ’Ê ME TOLA ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ HILANÎ

Îro salvegera 2. a êrîşa dewleta tirk a li ser Qereçox a Herêma Dêrikê ye. Di dema ku şervanên YPJ, YPG û QSD’ê li Reqa li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin, dewleta tirk ev êrîş pêk anîbû. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li hember Qereçoxê daxuyaniyeke nivîskî da.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Qereçox a Dêrikê bibîr anî û wiha got:

Bi têkbirina DAIŞ’ê me tola şehîdên Qereçoxê hilda.

Sala 2017’an ji bo têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê saleke girîng bû.

Piştî rizgarkirina Kobanê û Minbicê, em êdî ketin pêvajoyeke nû ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Di demeke wisa de dewleta Tirk, ji bo li pêşiya vê têkoşîna me bibe asteng bi awayekî hovane û dijmirovî biryargeh û saziyên biryargehên hêzên me şeva 24’ê Nîsana 2017’an, li Qereçoxê kir hedefa xwe û êrişeke hovane pêk anî.

Dewleta Tirk bi vê êrîşê, xwest gelê me bitirsîne, û gavan bi me bide paş avêtin.

Lê berovajî wê, şehadeta wan hevalên me biryardariya me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xurttir kir.

Leave a Reply

Back to top button