45. SALVEGERA KOMKUJIYA QELADIZÊ HATIN BIBÎRANÎN

Îro 45. Salvegera komkujiya Qeladizê yê.
Rêjîma Baas weke vê rojê de navçe û zanîngeha Qeladizê bombebaran kir.
Di encamê de 467 xwendekar, mamosta û sivîl şehîd û birîndar bûn.
Bi vê boneyê îro li navçeya Qeladizê merasîmek hat lidarxistin.
Di heman demê de jî KNK’ê bi daxuyaniyeke ev komkujî bi tund şerezar kir.

24’ê Nîsana 1974’an de balafirên rejîma Baas navçeya Qeladizê û Zaningeha wê bombebaran kir.

Di encamê de 467 xwendekar, mamosta û sivîl şehîd û birîndar bûn.

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê îro li navçeya Qeladizê merasîmek hate lidarxistin.

Bi seden kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de qaymeqamê Qeladizê Bekir Bayiz axivî û got:

“Em daxwazê ji hikûmeta Herêma başurê Kurdistanê û Iraqê dikin ku vejîn û ximzeta zêdetir bikin.”

Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Herêma başurê Kurdistanê Mihemed Salih jî got:

“Em ê hewldanek cidî bikin li gel hikûmeta Iraqê.

Da ku zêdetir xizmeta Qeladizê û derdora wê û xizmên şehîdan were kirin”.

Piştî axaftina bi boneya 45’emîn salvegera komkujiyê 45 kevok hatin berdan.

Merasîm bi muzik û sirûdê dawî bû.

45. SALVEGERA KOMKUJIYA QELADIZÊ
KNK: KOMKUJIYA QELADIZÊ WÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN

Her wiha Konseya Rêvebir a KNK’ê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.

KNK’ê bi tundî qetliama ku xwendekar û mamosta bûyîn qurbanî şermezar kir û got;

“Ev qetlîam bû despêka qetlîamên weke Enfal û kîmya-barana Helepce û yên din.

Rejîma Beas a faşîst, rûyê xwe yê reş pêşiyê li Qaladizê nîşan da û dewam kir”.

KNK’ê di şexsiyeta rejîma Beas de, hemû qatil û dagirkerên Kurdistanê, bi tundî şermezar kirin.

Leave a Reply

Back to top button