Navenda tenduristiyê ya navçeya Erîşa ya Hesekê mehane zêdetirî hezar û 200 nexweşî derman dike.
Li navendê alavên bijîşkî, dermanxane û kadroyên bijîşkiyê hene.
Navend xizmetê ji rewşên awarte re weke bûyerên trafîkê û birîndariyên bi guleyan, pêşkêş dikin.
Piştre bi erebeyên ambulansê yên taybet vediguhêzin nexweşxaneyên gel ên li Hesekê.
Navend ji zêdetirî 32 gundewarên navçeyê re 24 saetan deriyê xwe vekiriye û nexweşan pêşwazî dikin.
Hejmara nexweş û rewşên ku tên navendê di navbera mehekê de zêdetirî hezar û 200’î ye.
Her wiha derman ji dermanxaneya navendê bê pere tê dayîn.
NAVENDA TENDURISTIYÊ YA NAVÇEYA ERÎŞAYÊ
MEHANE ZÊDETIRÎ HEZAR Û 200 NEXWEŞÎ DERMAN DIKE