HRE: LI EZAZ Û MARI ÇALAKÎ PÊK ANÎN ÇETEYEKÎ TIRKIYÊ HAT KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê; li Ezaz û Mari çalakî li dar xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku çalakiyên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didome.

24`ê Îlonê hêzên rizgariyê, li çeteyên Tirkiyê yên ku çeper li derdora gundê kefer Kelbîn yê Ezazê çêdikirin xistin.

Di çalakiyê de alaveke leşkerî ya çêkirina çeperan hat rûxandin.

Di heman rojê, hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sekvaniyê komeke çeteyên Tirkiyê li derdora bajarê Mare kirin armanc.

Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button