Ukrayna li tankera Rûsya xist: Moskow soza tolhildanê da

Ukrayna li nava Derya Reş êrişên xwe yên li dijî Rûsya dijwar kiriye.
Artêşa Ukrayna êrişî tankereke Rûsî kir.
Moskow ya êriş bi terorî binav kirî, soza tolhildanê da.

Artêşa Ukrayna li Derya Reş derbek din li Rûsya xist.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Moskow bi tundî “êrîşa terorîstî” ya Ukraynayê li ser keştiyeke sivîl a li Tengava Kerçê şermezar dike.

Zaxarova got:

“Kiryarên wiha hovane nikarin bibin xwedî maf.

Ev kiryar wê bêbersiv nemînin û sûcdarên wan bêguman dê bên cezakirin.”

Berpirsekî ji Servîsa Ewlekarî ya Ukraynayê ji Associated Press re piştrast kir ku tankera bûyî armanca êrişê sotemenî bo hêzên Rûsî dibir.

Medya Ukraynayê ragihand ku êrişa li ser tankerê operasyona Servîsa Ewlekariya Ukraynayê (SBU) ye.

Hat destnîşankirin ku operasyona taybet bi senaryoyeke klasîk a wek wesayîta deryayê ya bêmirov a 450 kîlo teqemeniyê hatiye kirin.

Rûsya êrişî Xarkovê kir: 2 kes mirin, 4 jî birîndar bûn

Li aliyekî din, di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ya li ser herêma Xarkovê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got;

Şevê din di derengiya şevê de, êrişek bi çekên nûjen li dijî navenda xwînê ya li navçeya Kupyan hate kirin.

Zelensky li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt anî ziman:

“Ev sûcê şer bi tena serê xwe her tiştî li ser êrîşa Rûsyayê dibêje.

Têkbirina terorîstan ji bo her kesê ku qîmetê dide jiyanê meseleya rûmetê ye.”

Ukrayna: Rûsya di şevekê de 70 êrişên asmanî pêk anî

Ukrayna îdia dike ku Rûsya di şevekê de 70 êrişên amanî pêk aniye.

Di van êrişan de moşekên Kruz, Hîpersonîk û balafirên bêmirov yên Îranê jî hene.

Hêza hewayî ya Ukraynayê diyar kir ku piraniya van êrişan hatine bêbandorkirin.

Rûsyayê beriya niha di dawiya meha Tîrmehê de balafirgeha leşkerî ya Starokostiantyniv (Staro-konstan-tînî) a li herêma Khmelnytskiy (xumaniçkî) kiribû hedef.

Bi keştiyên bêmirov êrişî bendera Novorossisk ya Rûsyayê hate kirin

Back to top button