Li Herêma Firatê jî, ji ber girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 9 stasyonên avê bi temamî hatine rawestandin û xelkên ku av ji van stasyona werdigirt, ji avê bêpar mane.
Bi dehan endamên Yekîneya Avê ya Tebqayê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Hevserokê Yekîneya Avê ya bajarê Tebqayê Hemûd Şêx daxuyanî xwend û diyar kir, ku bikaranîna avê weke çekekî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dewam dike.
Hemûd Şêx bal kişand ser binpêkirina peymanên têkildarî ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha got:
“Di encama binpêkirina wan peymanan de, rêjeya ava bendav, golan û di nav de Bendava Tebqayê, pir kêm bûye.
Bendava Tebqayê ji ber van kiryaran 4 milyar metrekab av ji dest daye.
Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx eşkere kir, ku 9 stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketine û wiha bidawî kir:
“Em bang li NY dikin ku bi roleke aktîv rabe û dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bîne.”