Hewldan hene stasyona Elok bixebite

Gerînedeya Avê ya Kantona Hesekê ragihand ku aniha hewldan hene ku careke din Stasyona Elokê bixebite.

Hevserokê Gerînendeyê Îsa Yûnis eşkere kir ku halê hazir hewldan bi UNICEFê re tên kirin qene Stasyona Elokê di çend rojên pêşî de careke din bixebite.

Li gor wî, Lihevkirin ew e ku Rêveberiya Xweser 6 mêgawat kehrebe ji Dirbêsiyê bide Stasyona Elokê, li beramber wê, bêtirî 18 bîr û 4 hilmij werin xebitandin.

Her wiha, dê UNICEF çavdêriyê bike û 5 roj wekî muhlet hatiye diyarkirin.

Îsa Yûnis got ku ti pêwendîya Hikûmeta Şamê bi vê xebatê re tunye, berovajî ew Rêveberiya Xweser di warê kûrkirina krîza Avê de tawanbar dike.

Back to top button