Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Mijdarê daxuyaniyek da û spasiya hemû hêz û kesayetên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê kir.
Rêveberiya Xweser got:
”Rizgarkirina Kobanê û serkeftina berxwedana wê ya dîrokî bû şiqameke dîrokî û li rûyê çeteyên DAIŞ û alîgirên ket.”
Her wiha diyar kir ku cîhanê di berxwedana Kobanê de rastiya parastina mirovahî û nirxên ku tevahî cîhanê eleqedar dike, nas kir.
Rêveberiyê spasiya hemû hêz û kesayetên ku piştgirî dane vê berxwedanê kir Cîhanê û ev bang li wan kir:
”Em bang li wan hêzan dikin ku piştevahiyê xurtir bikin da ku destekftiyên li hemberî DAIŞ’ê hatine bidestxistin werin parastin”.