Di heman çarçoveyê de şêniyên bajarê Kobanê şehîdên meha Cotmehê li ser gorên wan bi bîr anîn.
Şêniyên bajarê Kobanê endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê şehîdê li goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.
Di merasîmê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û 1’ê Mijdarê weke rojek mezin bi nav kir.
Arif Balî bi vê boneyê şehîdên azadiyê yên meha Cotmehê bibîr anî û soza şopandina rêya wan da.
Di dawiyê de merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.