Ji ber navê kurê wê “Zûlfeqar” e çeteyên Tirk dest danî ser mala wê

Ji ber ku navê kurê wê ‘Zûlfeqar’ e çeteyên Tirk dest danî ser mala wê.

Ev serpêhatiya Emîne Seydo ya ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye.

Emîne 4 mehan bi tenê li mala birayê xwe mam, lê di dawiyê de ji sûcên çeteyan ji Efrîn derket.

Emîne Seydo ya ji navçeya Cidirêsê li ber deriya ma.

Ji ber ku navê kurê wê “Zûlfeqar” e çeteyên Tirk dest danî ser mala wê.

Çeteyan nehişt Emîne derbasî mala xwe bibe, ew jî bi bihaneya ku şîe ye.

Emîne Heta 4 mehan bi tenê li mala birayê xwe ya li Efrînê ma.

Emîne ji bo li mala xwe vegere ji çeteyan re got; “ez ne şîe me, ez Kurdeke ji Efrînê me.”

Emîne bi hewldana vegerandina mala xwe, pirî caran berê xwe da baregehên çeteyan, lê tu encam jê negirt.

Piştî demekê, Emîne Seydo diçe mala xwe, lê tiştek di mala xwe de nedît her tiştî talankiribûn.

Emîne Seydo destnîşan kir ku rewşa Efrînê kambax e, çete di nîvê şevê de bi ser malan de digirin, di dema rêveberiya Xweser de rewş pir ewle bû.

Emîne Seydo (50) li Efrîna dagirkirî ma, ji ber ku hevjînê wê nexweş bû û nekarî ji Efrînê derkeve.

Lê piştî mirina hevjînê wê, ji Efrîna dagirkirî derket û niha li beşa taxa Şêxmeqsûd a Helebê rûniştiye.

Back to top button