Bi êrîşên li ser Eyn Îsayê re şêniyên Til Temirê bi fikar in

Ji ber êrîşên zêde yên li ser Eyn Îsayê û bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê, şêniyên Til Temirê jî bi fikar in, nexasim hêza leşkerî li dora bajarok zêde bûye. Şênî bi fikar in ku êrişek pêk were û ew di vê zivistanê de ji gund û bajarê xwe werin koçberkirin.

Ji ber êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê, şêniyên Til Temirê û koçberên li wir bi fikar in ku li dijî gundên wan êrîş pêk werin, nexasim li derdora Til Temir hêz û tevgera çeteyan, zêde bûne.

Şêniyên ji Til Temirê anî ziman “Dewleta Tirk dixwaze hemû herêmê dagir bike lê hêviya wan tenê hêza wan a leşkerî ye ku wan diparêzin.”

Endamê Meclisa Navçeya Til Temirê Ridwan Xelef jî piştrast kir ku gel li pişt hêzên xwe yên leşkerî ne û ew ji hemû rewşên awarte re amade ye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena jî eşkere kir “Ne hêzên Rûsya, ne jî hêzên hikumeta Şamê, helwestê nîşan nadin û li hemberî êrişên li dijî nuqteyên wan berisvê nadin.”

Tevî van êrîşên dijwar li ser herêmê û armanckirin dewleta Tirk û çeteyên wê ji sivîlan re, hêzên qaşo garantor; hewestê nîşan nadin û bêdeng in.

Back to top button