Hêzên hikumetê Şamê gundewarên Başûrê Idlibê topbaran kirin

Şerê li Idlibê gur bûye, hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundewarên Baûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê hêzên hikumetê bi mûşekan deverên Firtêra, Kinsefra, Sifûhin, Filêfil, Bêynên û Bara Tobaran kirin.

Duh jî çavdêriyê diyarkiribû ku di bombebarana balafirên Rûsî li ser eniya Kebana ya Laziqiyê de çeteyek û hatibû kuştin û 2 çete jî birîndar bûbûn.

Her wiha hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li eniya Hereş û Bêynên ên Cebel El-Zawiyê hevdû topbarankiribûn.

Back to top button