Ji ber metirsiya cûreya nû ya Coronayê gelek dewletan geştên asmanî bi Brîtanyayê re qedexe kir

Ji ber metirsiya belavbûna cûreya nû ya Coronayê, gelek dewletan, ji hindir û derveyî YE, geştên asmanî bi Brîtayayê re qedexe kir.

Yekemîn welatê qedexeya asmanî bi Brîtanyayê re ragihand, Nederland bû, piştre li Belcîka, Austurya, Fransa, Îtalya, Lativya, Lîtwanya, Estonya, Bulgaristan, Çekya û Swêdê jî, heman biryar hat standin.

Li Almanyayê jî, rêya asmanî bi Brîtanya re, tenê ji bo hin balafirên barhilgir vekiriye.

Her wiha ji derveyî YE, gelek welatên mîna Kanada, Arjantîna û Kolombyayê jî çûn û hatina asmanî bi Brîtanyayê re rawestand.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Jonson, derbarê qedexeya asmanî bi welatê xwe re, banga civîna Komîteya awarte ya sivîl kir.

Wezîrê Tenduristiyê Mat Hancock jî ji radyoya BBC re diyar kir ku, cûreya nû ya Coronayê ji derveyî kontrolê ye.

Li gorî desthilatariya Brîtanyayê, cûreya nû ya Corona bi rêjeya 70% ji ya berê berbelavtir e.

Back to top button