Muslim: Dewleta Tirk dixwaze valatiya siyaseta Amerîkayê bikarbîne û Eyn Îsa dagir bike

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze valatiya siyasî ya Amerîkayê bikarbîne û Eyn Îsa dagirbike. Enwer Muslim li hemberê êrîşa bêdengiya Rusyayê rexnekir û bang li Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabe.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî didomin. Bi taybet jî dewleta Tirk di vê dema dawî de hewl dide ku dagirkeriya xwe li heremê berfireh bike, planên dagirkirinê li xeta Eyn Îsa, Tiltemir û Zirganê digerîne.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim bû mêvanê bernameya Serdem a Televîzyona me, planê dagirkeriyê di nav de, gelek mijar nirxandin.

Enwer Muslim bal kişand ser valatiya siyaseta Amerîkayê û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze vê di valatiyê de, Eyn Îsayî dagir bike.

Enwer Muslim: Divê Rusya bi erka xwe rabe û bêdeng nemîne

Muslim bêdengiya Rûsyayê ya li ser hemberî Eyn Îsayê rexne kir û da xuyakirin ku bila ti kes ne li bendê be ku Eyn Îsa were radestkirin. Ev gel tiştekî wisa qebûl nake.

“Dewleta Tirk weke Efrînê li Serêkaniyê jî gûhertina demografîk pêktîne”

Enwer Muslim diyar kir ku dewleta Tirk di dagirkirinê de jî sînordar namîne, niha gûhertina demokgrafîk li ser herêmên ku dagirkirî pêk tîne. Çawa demografiya Efrînê guhart, niha heman tiştî li Serê Kaniyê jî dike.

“Bi şerê navxweyî ve dixwazin pêşiya destketiyên Kurdan bigrin”

Enwer Muslim diyar kir hêzên dagirker dixwazin bi şerê navxweyî kurd negihîjin mafê xwe û bang li PDK’ê kir ku nekeve xefika Tirkiyê

Back to top button