Xidir Guneş ku yek ji şahidên Komkujiya Dêrsimê bû jiyana xwe ji dest da.
Xidir Guneş di navbera salên 1937 – 1938. de di 7 saliya xwe de li Dêrsimê şahidê komkujiya li gundê xwe bû.
Hingî ji gundê wî 12 kes li ber çavên wî bi çekên giran hatin gulebarankirin.
Guneş û malbata xwe sê mehan xwe li daristanê veşartibûn, pişt re 9 salan li Manîsayê li sirgûnê man.
Paşê vegeriyan Dêrsimê û li wir bi cih bûn.
Xidir Gneş nêzî 10 rojan li nexweşxaneya dewletê ya li Dêrsimê hate dermankirin, ji ber nexweşiya xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.
Tê payîn ku sibe li gundê Kizikê yê navçeya Pulurê bê oxirkirin.



