Bego Polat şahidê komkujiya Dersîmê

Yek ji şahidên komkujiya Dersîmê ya sala 1938’an, Bego Polat doh di 93 saliya xwe de wefat kir.

Bego Polat.

Sala 1938’an dema komkujiya Dersîmê 9 salî bû.

Di tevgera qirkirinê ya dewleta Tirk de, li pêş çavên wî dayîk û 3 birayên wî hatin kuştin.

Paşê leşkerên Tirk cenazeyên malbata wî davêjin avê.

Bego yê 9 salî jî birîndar xelas dibe.

Lewma ew yek ji şahidên girîng ên Komkujiya Dersîmê bû.

Bego Polat doh êvarê di 93 saliya xwe de koça dawî kir.

Di navbera salên 1937 û 1938’an de li Dersîmê bi pêşengiya Seyîd Riza serhildana gel pêk hat.

15’ê Mijdara sala 1937’an rêberê serhildanê Seyîd Riza hate darvekirin.

Piştî vê, dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êrişî Kurdên Dersîmê kir.

Li gorî daneyên fermî, di tevgera qirkirinê de bi qasî 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button