Fedresyona Gaziyên Şer li Tebqayê şehîd Zîlan bi bîranîn.
Di merasîma bîranînê de Gaziyên Şer ên Tebqayê, endamên fedresyonê, saziyên sivîl û tevger û rêxistinên jin û ciwanan amade bûn.
Di merasîmê de nameya Şehîd Zîlan hate xwendin û behsa jiyana wê hate kirin.
Her wiha nameyek ku ji aliyê YPJ’ê ve hatibû nivîsandin hate xwendin.
YPJ’ê di nameya xwe de wiha behsa kesayeta Şehîd Zîlan kir:
“Şehîd Zîlan nimûneya jina azad e ya ku parastin xak û gelê xwe kir.”
Merasîma bîranîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Şehîd Zîlan di salvegera şehadeta xwe de li herêmê hate bibîranîn