Li bajarê Hesekê Kongra Star şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongra Star şehîd Zîlan di salvegera 27’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û da zanîn ku çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan rê azadiyê li pêşiya tevahî jinan vekir.

Merasîma bibîranînê li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hat lidarxistin.

Bi dehan endamên Kongra Star û saziyên sivîl ên bajarê Heskê tevlî merasîmê bûn.

Endama Rêveberiya Kongra Star Helebce Ebdo behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan a li dijî artêşa Tirk a dagirker kir û got:

Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de bû çavkaniya azadî, lehengî û fedayetiyê.

Çalakiya şehîd Zîlan ji bo tevahî jinên azadîxwaz bû nimûne.

Endama Rêveberiya Kongra Star Medya El Elî nameya ku şehîd Zîlan beriya şehadeta xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsiye, xwend.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin.

Bi dirûşma “Şehîd Namirin” merasîm bi dawî bû.

Back to top button