Kongra Star li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da

Kordînasyona Kongra Star derbarê êrişên domdar ên dewleta Tirk û salvegera komkujiya Helincê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dijminahiya pergala demokrasî û jinê dike.
Kongra Star bang li tevahî jin û civakî kir ku xwedî li şehîdên xwe û li nirxên şoreşê derkevin û got:” Xwedîderketina li vê kedê, berxwedanê û sekna bi rûmet, xwedîderketina li xeyalên paşerojeke azad a ji bo mirovahiyê û jinan e”.

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî.

Kongra Star da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker hovîtiya xwe li ser pêşengên civaka ku her ji bo demokrasî, azadiyê û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk têdikoşin pêk tîne û got:

Bi êrişên xwe ên faşîst jinên pêşengê civakê dike hedef..

“Xwedîderketina li şehîdan berxwedan û sekna bi rûmet e”

Taybet piştî çeteyên DAIŞ’ê li Rojava, êrişên dewleta Tirk li her çar aliyên Kurdistanê zêde bûn.

Herî dawî jî 20’ê Hezîranê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker şoreşgera 38 salan Lêman Şiwêş, Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û hevalê wan Firat Tûma şehîd bûn.

Kongra Star diyar kir ku şehîd Lêman Şiwêş û Yusra Derwêş di pêşvebirina şoreşa Rojava de xwedî ked bûn û wiha anî ziman:

Her yek ji wan ew mirov bûn ku bi dil û mejiyê xwe di avakirin, pêşvebirin û parastina şoreşê de xwedî ked bûn.

Xwedîderketina li vê kedê, berxwedanê û sekna bi rûmet, xwedîderketina li xeyalên paşerojeke azad a ji bo mirovahiyê û jinan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk dest ji dijminahiya xwe ya li dijî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernade

Kongra Star: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Her wiha Kongra Star komkuiya Helincê a ku di 23’ê Hezîrana 2020’an de li bajarê Kobanê pêk hat û di encamê de 3 jinên pêşeng Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û dayê Emîna Wêsî şehîd bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniya Kongra Star hate gotin, ji bo şikandina îradeya gel bi zanebûn û siyaset jin hedef hatin girtin.

Xeta şehîdan ku bi findên ronahiyê li ber me bi bedena xwe bû sembola aşîtî û azadiyê.

Di bin dirûşmeya Jin, jiyan, azadî şehîdên Helincê û şehîdên azadiyê wê bibin pira di navbera azadî û hemû jinan de ji bo aştî, têkoşîn û berxwedanê.

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela azadiyê ne ya ku di şoreşa Rojava de derketiye holê, em ê destkeftiyên vê şoreşê biparêzin û xurt bikin.

Back to top button