Li Almanya jinekî DAIŞ’î hate darizandin

Li bajarê Kobelz a Almanyayê jineke DAIŞ’î hate darizandin.
Jina DAIŞ’î ya binavê Nadîn K. jineke Êzidî kiriye kole û bi hevkariya sûc kiriye, hate cezakirin.
Dadgehê ceza 9 sal girtîgeh lê birî.
Dozgeran di îdianameyê de diyar kirin ku armanca jina DAIŞ’î ji holê rakirina baweriya Êzidiyan bû.

Endamekî din ê berê yê DAIŞê li Almanyayê bi tawana muameleya xirab li dijî Êzîdiyan kiriye hate darizandin.

Darizandin li bajarê Koblenzê yê Almanyayê hate kirin.

Jina bi navê Nadîn K a 37 salî ku endama DAIŞ’ê ye li dadgehekê hate darizandin.

Di doza li Kobelz a Almanyayê de dadgehê jina 37 salî bi sûcên li dijî mirovahiyê, endamtiya rêxistineke terorîst a biyanî û tevlîbûna qirkirinê sûcdar dît.

Tevî vê yekê jî dozger ji ber jina DAIŞ’î jineke Êzidî 3 salan kir kole bi giştî 9 salan ceza lê birî.

Dozgerê Alman 9 sal ceza li jina DAIŞ’î nadîn K.Birî

Dozgeran di îdianameyê de teqez kir armanca vê kiryara xerab a jina DAIŞ’î ji holê rakirina baweriya Êzidiyan bû.

Jina DAIŞ’î nadîn K.2022’an li Almanya hate girtin

Nadîn ji Kanûna 2014’an ve heta Adara 2019’an di nava çeteyên DAIŞ’ê de bû.

Di Nîsana 2016’an de jineke Êzidî ya 22 salî kir kole.

Wê û hevjinê xwe jina Êzidî li malê da danexebitandin û xwestin li gorî rêûresmên Îslamê tevbigere.

Di heman demê de hevjînê Nadîn destdirêjî li jina Êzidî kiriye.

Nadîn di Adara 2022’an de dema vegeriya Almanyayê hate girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dadgeha Almanyayê Mijdara 2021’an sûcên li dijî Êzidiyan wekî qirkirinê nas kir.

Piştî vê, ev dadgeha yekemîn e.

Back to top button