HPG: Arteşa Tirk 329 caran qadên berxwedanê bombebaran kir

Arteşa Tirk 329 caran qadên berxwedanê yên gerîlayan bomberan kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dijî dagirkeriyê û êrişan daxuyaniyek weşand.

Li gorî vê, Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 20’ê Hezîranê de gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê xistin.

Li herêma Xakurkê jî, di 21’ê Hezîranê de dagirkerên li qada Girê Lêlikanê bûn armanca gerîlayan.

Li ser êrişên arteşa tirk a dagirker û qirker jî HPG’ê ev agahî parve kirin:

Di navbera 18, 19, 20 û 21’ê Hezîranê de qadên Xakurkê, Rojavayê Zapê û Metînayê,

6 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 319’an jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

NPG’ê Gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir

Back to top button