Kosova û Sirbistanê ber bi şerekî ve diçin

YE ji bo pêşîgirtina li egeriya şerekî navbera herdu welatan de, banga civîneke awerte kir.
Lê ya diyar, rêveberên Kosova û Sirbistanê ji danûstandinê re ne-amade ne.

Yekîtiya Ewropayê li dijî îhtîmala ku aloziya li bakurê Kosovayê veguhere pevçûneke germ, dest bi tevgerê kir.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bang li lîderên Sirbîstan û Kosovayê kir ku bicivin.

Borrell got;

Ew ê li Brukselê bi Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti û Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic re “civînên lezgîn” pêk bînin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê li ser Twitterê wiha nivîsî:

“Pêdiviya lezgîn a bi kêmkirina alozî û hilbijartinên nû li bakur bi beşdariya sirbên Kosovayê heye.

Ev hem ji bo herêmê û hem jî ji bo YE gelekî girîng e.”

Kosova û Sirbistan nêzî danûstandinan nabin

Ne diyar e ku wê civîna Borrell ya li gel Kurti û Vucic cûda be yan bi hevre be.

Herduyan ragihandibûn ku ew li dijî plana hevdîtina li Brukselê ne.

Vucic, anî ziman ku ew ê beriya niha li Brukselê bi Kurti re hevdîtinê nekin û got,

“Tiştekî ku ez pê re biaxivim tune.”

Vucic destnîşan kir ku bêyî serbestberdana Sirbên ku ji ber êrîşa li ser polîsên Kosovayê hatine girtin, danûstandin ne pêkan e.

Krîza Kosovayê wê di civîna Wezîrên Karê Derve yên YE ku wê 26’ê Hezîranê û Civîna Bilind a Serokên YE ya 29-30’ê Hezîranê de were gotûbêjkirin.

Borrell 4 meh berê diyar kiribû ku Sirbistan û Kosovayê plana ji aliyê YE ve hatibiye amadekirin erê kirine.

2008’an Kosovayê serxwebûna xwe ya yekalî ragiahnd.

Sirbistanê ev yek weke parçekirina xaka welat binav kir û ticarî serxwebûna wê nepejirand.

Di nava demên dawiyê de, Sirbistanê hêzeke zêde ya leşkerên xwe li sînorê Kosovayê bicih kiriye.

Back to top button