Nûnerên aliyên şerê li Sûdanê, sibe li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, danûstandinan didomînin.
Dîplomatekî payebilind ê Erebistana Siûdî ji ajansa AFP’ê re diyar kir, di civînê de dê mijarên gIhandina alîkariyên mirovî û vekişîna hêzên leşkerî ji herêmên sivîlan werin nîqaşkirin.
Nûnerên artêşa Sûdanî û yên Hêzên Piştevaniya Lezgîn roja pêncşemê li ser plana parastina sivîlan li hev kiribû.
Li aliyekî din Erebistana Siûdî, serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan, vexwend lûtkeya Komkara Erebî ku dê 19’ê Gulanê li Cedayê li dar bikeve.
Li Sûdanê aliyên dijber li ser parastina welatiyan li hev kir