“Guhertina hakimê gendel Erdogan erkeke olî ye”

Desteya Fetwayê ya Kurdistanê daxuyaniyên hin kesên bi navê oldarên ola îslamî alîkariya Erdogan dikin, şermezar kirin û got ew dûrî şerîeta îslamê ne.

Desteya Fetwayê ya Oldarên Misilman a Kurdistanê 12′yê Gulanê civîneke awarte li dar xist.

Desteyê ragihandin civîn ji bo hilbijartinên li Tirkiyê hate lidarxistin û wiha hate gotin:

“Recep Tayyîp Erdogan di hikmê xwe de gendelî pêk anî û di nava welatiyên li Tirkiyê de fîtne belav kir û sivîl qetil kirin û girtin.

Fîtnetî di nava welatiyên Tirkiyê û yên dewletên cîranê de derxist, xakên derveyî sînora xwe dagir kir.

Her wiha li dijî Kurdan komkujî pêk anî û mafên gelê Kurd ên li gorî şerîeta ola îslamê, înkar kir.

Lewma guhertina hakimê gendel yê weke Erdogan erkeke olî ye”

Desteyê daxuyaniyên hin kesên bi sîfeta oldarên îslamê tev digerin û alîgiriya hakim gendel Erdogan dikin şermezar kirin û got:

“Ew daxuyanî dûrî şerîeta îslamê û hîmên wê ne.

Divê oldar xwe ji van daxuyaniyên li ser bingeha durûtî û çetetiyê bi dûr bixin.”

Back to top button