Însyatîfa Nûn dê serdana CPT û Meclisa Ewropa bike

‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ wê di dawiya meha Çile de serdana Meclisa Ewropayê û CPT`yê bike.
Koordînator û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman ev yek eşkere kir:
“Ji bo eşkerekirina çarenûsa rêber Abdullah Ocalan em ê vê serdanê bikin” .

Ev 24 sale tecrîdeke girna li îmraliyê di meryetê de ye, Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê tecrîdê ev 24 sale di navberxwedaniyeke mezin de ye.

Tevî bangewaziyên ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan jî, lê dewleta Tirk binpêkirinên xwe didomîne..

Hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe dike.

‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ jî wê di dawiya meha Çile de serdana Meclisa Ewropayê û CPT’yê bike.

Koordînator û berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman derbarê mijarê de nirxandin kirin ..

“Helwesta CPT gelek pirsnîşan li gel me çêkirin”

Sewsen Şoman derbarê helwesta CPT’î de axivî û got :

“Helwesta dawî ya CPT`yê gelek pirsnîşanan li dora pêbawerî û zelaliya rapora wê çêdike ku dê di Adara bê de belav bike.

Bicihneanîna erka mirovî û qanûnî vê pirsê dide pêş; gelo binpêkirinên vê komîteyê amade kirine, çi ne? ”

Me berê jî bi bîr xist ku ev paşguhkirin eşkere ye guman tê de nîn e.

Xetereya bêdengiyê jî ji xetereya tevlêbûnê û binpêkirinê ne kêmtir e. ”

“Em gavên cidî davêjin”

Derbarê hewldanên însiyatîfê ji bo ku doza rêber Ocalan bigihînin qadên navneteweyî Sewsen ev got :

Em gavên cidî û qanûnî diavêjin.

Tevî însiyatîfên erebî yên din em dê di Çileyê de serdana Meclisa Ewropayê û CPT bikin ..

Da ku rewşa wî û binpêkirinên qanûnî nîqaş bikin.

Em ê îsal du gavan biavêjin ku yek ji xebatên me yên pêşîn ên têkoşîna me ya rewa ye.

“Em ê hewl bidin fikrê Rêber Ocalan belav bikin”

Koordînator û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman dawiyê ev yek got :

“Însiyatîfa Nûn ji dema avakirinê ve, hewl dide ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bike.

Ew hewl dide fikrên wî belav bike..”

Back to top button