Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê mihricana yekemîn a ş.Garzan li dar xist

Yekitiya Werzîşê ya herêma Efrînê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Şehbayê mîhrîcaneke çandî ya yekemîn bi navê Şehîd Garzan li dar xist.

Mihrîcan bi sloganna “Bi rihê ciwanên şoreşger ber bi civakeke azad ve”, li yarîgeha bajarokê Babinis ê kantona Şehbayê hat li darxistin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêmê li yarîgehê amade bûn.

Di destpêka mîhrîcanê de, bavê şehîd Gerzan, Ebdo Qehreman wiha axivî û got:

“Şehîd Gerzan ji kesên pêşîn bû ku tev li şoreşa 19’ê Tîrmehê bû û gelek ciwan perwerde kir.

Şehîd Garzan dema êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Raco şehîd ket.

Em wek malbata şehîd Gerzan emê heta dawî li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Piştre, zaroka bi navê Diyana Mihemed çend helbestên xwe yên li ser şehîd Gerzan, xwend.

Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button