Kurdên li Moskoyê bi xurtî piştgirî dan pêngava KCK’ê ya Dema Azadiyê

Kurdên li paytexta Rûsya Moskoyê der barê pêngava KCK’ê “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye”, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li ser navê Meclîsa Kurd a Moskoyê Refîqê Kamil diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan, li dijî tevahiya gelê Kurd e.

Kamil da xuyakirin ku dewleta Tirk çawa li Heftanînê têk çû, wê li Şengalê jî têk biçe û planên wê bi ser nekevin.

Refîqê Kamil bi navê organîzasyonên Kurd ên li Moskoyê destnîşan kir ku ew bi xurtî tev li Pêngavê KCK’ê dibin û banga tevlêbûna tevahiya Kurdên cîhanê kir.

Bi navê organîzasyona Jinên Kurd a Moskoyê jî Eka Qulîxan got:

“Em tecrîda li ser Rêber Ocalan ti carî qebûl nakin.

Heta Ocalan azad nebe, azadiya gelê Kurd bi dest nekeve, wê têkoşîn û berxwedan dewam bin.

Back to top button