PKK’ê şehîd Raperîn Amed bi bîr anî

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê gerîla Raperîn Amed bi bîr anî. PKK’ê anî ziman ku hevrêya wan Raperîn di lêgerîna azadiyê de, bersiv li qada rêbertî dît û got:” Gerîla Raperîn Amed ji Rojava heta Şengalê bû xwedî kedeke mezin”.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîd Raperîn Amed bi bîr anî.

PKK’ê anî ziman ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd teqez bigihînin serfiraziyê.

PKK: Raperîn di lêgerîna azadiyê de, bersiv li qada rêbertî dît

Di der barê kesayet û têkoşîna gerîla Raperîn de PKK’ê wiha anî ziman:

Delal Ezîzoglû bi nasnav Raperîn Amed li navçeya keleha berxwedanê Farqînê ya Amedê sala 1969’an ji dayîk bûye.

Di sala 1977’an de bi malbata xwe re koçî Enqereyê dike.

Di nav salên dirêj ên li Enqerê dimîne de ji ber nasnameya Kurdbûnê hê di salên dibistana navîn de dikeve nava nakokiyan.

Ji ber vê vedigere Amedê, li wir derfetên hê ji nêz ve nasîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK´ê pêş ketî dibîne.

Sala 1992’an de li Eyaleta Amedê tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibe.

Gerîlatiya xwe ya destpêkê li Eyaleta Amedê dike.

Sala 1996’an derbasî Qada Rêber Apo dibe.

Bi perwerdeya ji Rêbertiyê digire re di nasname û zanebûna jinê de kûrbûyînê pêş dixe.

Raperîn a di salên 2000-2005’an de li Ewropayê dimîne, li wir jî bi awayekî çalak di xebatan de cih digire.

Di salên 2006-2007’an de li qada Rojhilat beşdarî xebatan dibe

PKK: Raperîn ji Rojava heta Şengalê, bû xwedî kedeke mezin

PKK’ê diyar kir ku hevrêya wan Raperîn di sala 2011’an de ji bo Dîwana Serokatiya Kongra-Gel tê hilbijartin û wiha bi lêv kir:

Ji Rojava heta Şengalê ji bo avakirina paradîgmaya netewa demokratîk kedên mezin dide.

Bi kesayeta xwe ya xwerû û durist, di heman demê de bi sekna xwe ya rêxistinî jî karî bibe nûnereke xurt a nasnameya PKK û PAJK’ê.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de got: Gerîla Raperîn Amed di 17 Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi xwebexşandineke mezin xizmetkirina ji gelê xwe re didomand di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Em soz didin ku em ê ji dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst û hevkarên wî yên xayîn hesab pipirsin.

Back to top button