Gerîlayê HPG’ê Kendal Kobanê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker ku bi mehane nikare berxwedana gerîla bişikîne bênavbera çekên kîmyewî bi kar tîne. Kendal Kobanê anî ziman” Erdogan her tim li her derê qaşo propagandaya artêşa Tirk dike, lê belê ew artêşa wan a ‘gelekî xurt’ newêre xwe nêzî tunelên me bike.