65 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Silêman Ehmed 65 roj e ji aliyê PDKê ve hatiye revandin.
Ajansa Rojnewsê ji bo edîtorê xwe Silêman Ehmed daxwaznameyek pêşkêşî NY’yê kir û rgihand ku ew derbarê sûcên PDK’ê de dosyayek amade dikin.
Rojnamevanê ji Germiyanê Karox Omer jî diyar kir ku azadiya ramanê li Başurê Kurdistanê nîne.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 65 roj e ji aliyê PDKê ve hatiye revandin.

Ji wî rojê heta niha tu agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin.

Tevî hemû bangawaziyan jî PDK agahî nade.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Ajansa Rojnewsê bi awayekî nivîskî hin agahî dan.

Rêveberiya Rojnews’ê diyar kir ku ji bo PDK’ê binpêkirinên li dijî rojnamevan tiştekî ne nû ye û got:

“Bi domdarî gefên revandin, kuştin û girtin li ser ajansa me tên xwarin.

Em ê xebatên xwe li gorî pîvanên sereke yên ragihandina azad bidomînin.

Me dosyaya Silêman Ehmed nedaye aliyekê.

Em teqez dikin em ê hewldanên xwe bidomîn ta doza Silêman Ehmed bibe dozeke navneteweyî û Silêman were berdan.”

Rojnews ji bo Silêman Ehmed daxwaznameyek pêşkeşî NY kir

Rêveberiya Rojnews’ê têkildarî hewldanên ji bo zanîna cih û aqûbeta Silêman Ehmed ev agahî da:

“Di serî de navend û saziyên têkildarî mafên rojnamevanan, me pêwendî bi hin dostan û saziyên ragihandinê re danî.

Me ji wan xwest ku beşdarî lêgerîna li cih û aqûbeta Silêman bibin.

Me daxwaznameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir da ku peymana navneteweyî ya parastina tevahî ji windakirina bi zorê berdewam bikin.

Her wiha me ekîbeke parêzeran şandiye Duhokê da ku ji bo wergirtin dosyaya Silêman bixebite.

Her wiha li ser binpêkirinên PDK’ê yê li hemberî rojnamevana doyayek tê amadekirin.”

Karox Omer: Revandina Silêman Ehmed nîşaneya zextên li ser rojnewsê ne

Rojnamevanê ji Germiyanê Karox Omer derbarê revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed de axivî û wiha got:

“Mixabin azadiya ramanê li Başurê Kurdistanê di bin metirsiyeke cidî de ye.

Ew rûyê ku berpirsên Başûrê Kurdistanê di qada navnetewî de nîşan didin.

Revandina rojnamevan Silêman Ehmed zexteke li ser Rojnewsê û azadiya ramanê ya kesên li derveyî çarçoveya desthilatdariya PDK’ê diaxivin.

Di tu bendên yasayê de nîne ku kesek bi awayek kirêt bê revandin.”

62 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button