Jinên li Tebqayê: Em li hember êrişên qirkirinê paşgav navêjin

Endamên Rêveber ên kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî heremê di nava bêdengiya navneteweyî de şermezar kir û got: “Em gav bi paş ve naavêjin, em li hember êrişên qirkirinê teslîm nabin, em ê bi hevgirtinê û berxwedana xwe dagirkeriyê ji xaka xwe derxin.”

Di derbarê mijarê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Macîde El Kerîm axivî.

Macîde El Kerîm diyar ki ku Tirkiye nikare berxwedan û îsrara gelê têkoşer ku bi hezaran şehîd di oxira parastina herêmê ji dijminan de daye, têk bibin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hin El Xelîl jî di derbarê van êrîşan de axivî û wiha got:

“Ev êrîşên hovane yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên ku di encamê de 8 welatî şehîd bûn.

Bi dehan di nav de jin birîndar bûn û gelek avahiyên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Em soz didin ku rêça şehîdan bişopînin, em gav bi paş ve naavêjin û teslîm nabin.

Em ê bi hevgirtin û berxwedana xwe dagirkeriyê ji xaka xwe derxin.”

Back to top button