Ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê, Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê dê dest bi avakirina pirojeyeke tabet bike.
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantonê Hecî Ehmed eşkere kir ku di demeke nêz de dê li nêzî bajarokê Şiyûx ê li ser qiraxa çemê Firatê dest bi projeyê bikin.
Hecî Ehmed diyar kir ku 18`ê Gulanê dest bi gavên yekemîn ên projeyê hate kirin û di rojên pêş de dê bi awayekî fermî dest bê bikin.
Tê payîn ku piroje di meha Îlonê de proje bidawî bibe.
Bi kêmkirina dewleta Tirk a beriya çend mehan ji ava çemê Firatê ve, av li ser 83 gundên rojavayê bajarê Kobanê qut bûye.
Ji bo çaresrekirina vê pirsgirêkê Komîteya Şaredariyan a kantonê dê dest bi projeya peydakirina ava vexwarinê ji şêniyan re dike.