Mistefa Nebo: Kiryarên DAIŞ’ê li Şengalê û yên dewleta Tirk li Efrînê heman tişt e

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mûstafa Nebo diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser herêmê qirkirina kurdan û bi taybet Êzîdiyan e. Nebo da zanîn ku civaka navdewletî qirkirina li Şengalê qebûl dike, lê li hemberî kiryarên dewleta Tirk dijî Êzîdiyan li Efrînê bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker bi plan û rêbazên birêxistinkirî hewl dide nasnameya kurdî û ola Êzîdî ji holê rake, Kurd û bi taybeta Êzîdî li kur bin, armanca dewleta Tirk qirkirina wan e.

Derbarê vê yekê de, Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mistafa Nebo ji ajansa ANF’ê re axivî.

Mistafa Nebo anî ziman ku di êrişa DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî de, destê dewleta Tirk jî hebû.

Dewleta Tirk ji ber mudaxeleye PKK û YPG’ê nekarî qirkirina li Şengalê temam bike, ji ber vê di 20’ê Çileya 2018’an de, bi bermahiyên DAIŞ’ê, êrişî Efrînê kir.

Mistefa Nebo: Tu dewlet ji êrîşa li ser Efrînê re negotiye dagirkerî

Nebo da zanîn ku Civaka navdewletî qirkirina Êzidiyên li Şengalê qebûl dike, lê dema ku dewleta Tirk Êzidiyan li Efrînê qir dike, bêdeng dimîne û diyarkir ku dewlet ji êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê re negotiye ‘Ev dagirkerî ye’.

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê diyar kir kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li Şengal û yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê heman rêbaz e.

Armanca wan ji vê yekê jî qirkirna civaka Êzîdî ye.

Ji ber baş dizane heke Êzidiyek jî bimîne wê çanda Kurdan bijî.

Mistafa Nebo li ser Peymana Şengalê ya di navbera PDK û Hêzên Iraqê de hatî îmzekirin weke “dawiya fermana 73’emîn a li ser Êzidiyan” bi nav kir û da zanîn armanc jê qelskirin û qirkirina Êzîdiyên ku êdî dikarin parastina xwe bikin.

Nebo der barê helwesta civaka navnetweyî beramberî qirkirna Êzîdiayn ev yek anî ziman:

Ewropa û NY dibêjin ‘Divê Êzidî werin parastin’, lê parastina wan jî ew e wan bikişînin Ewropayê. Ev polîtîkayeke qirêj e. Ji bo Êzidî li ser axa xwe bijîn û werin parastin tiştekî nakin. Ger dixwazin civaka Êzidî bijî, çima piştgiriyê didin dagirkeriya dewleta Tirk.

Back to top button