NY ji bo koçberên Haîtî yên li sînorê DAY-Meksîka bi Brezîlya re civiya

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ku yek ji rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ji bo koçberên Haîtî yên ku li sînorê DYA-Meksîkayê yê ne bi Brezîlyayê re civiya.

Tevî jimara koçberên neqanûnî yên ku sînorê DYA-Meksîkayê derbas dikin di mehên dawî de gihîştiye asta herî jor a 20 salên dawî.

Ev yek jî bûye pirsgirêkek siyasî di navbera DYA û Meksîkayê de.

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, yek ji rêxistinên di nava NY de ye, gavek ber bi mijarê ve avêt û bi Brezîlyayê re hevdîtin kir da ku hin koçberên Haîtî yên li ser sînorin qebûl bike.

Rêxistinê daxwaz kir ku Brezîlya koçberên bi zarokên Brezîlyayî yan jî koçberên ku di ser Brezîlyayê re xwe gihandine Meksîkayê qebûl bike.

Wezareta Karên Derve ya Brezîlyayê bêyî ku behsa daxwaza Rêxistina Koçberan a Navneteweyî bike daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku pirsgirêka koçberiyê di nav rayedarên welatên cuda de hate nîqaş kirin û li gorî zagonên heyî nirxandine.

Di nava meha Îlonê de, 15 hezar koçberên neqanûnî ku piranî Haîtî ne, ji bo derbasî DYA bibin li bakurê çemê Rio Grande kon vedane.

Ji 2011-2018’an zêdeyî 105 hezar Koçberên Haîtî derbasî Brezîlya bûne.

Back to top button