KNK’ê piştgiriya biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî kir

Piştî erdheja ku çêbû KCK’ê hemû çalakiyên leşkerî rawestand.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da biryara KCK’ê.

KNK’ê ji bo biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî daxuyanî da.

KNK’ê anî ziman ku ev biryar gelek bihadar û di cih de ye û piştgiriya xwe jêre ragihand.

KNK’ê got: ”Di van şertên dijwar yên bi êş û jan û kul û derd de, biryareke gelekî mirovî ye.

Vê biryarê derfet da ku xelkê Kurdistanê û Tirkiyê di rewşa erdhejê de alîkariya hev bikin.

Û kul û birînên hevdu bikewînin û derman bikin.

KNK hêvî kir ku hikumeta Tirkiyê vê biryara KCK’ê li ber çavan bigire û nekeve nav xirabkeriyê.

Back to top button