Têkildarî komkujiya ku artêşa Tirk li Zaxo kirî, KCK’ê peyamek weşand.
KCK’ê komkujî şermezar kir û ji hêzên navneteweyî û herêmî xwest ku nebin hevkarê sûcê şer ên dewleta Tirk.
Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo kirî, şermezar kir.
Komîteyê bi bîr xist ku dewleta Tirk li Kurdistanê di 7 mehên dawî de 28 sivîl kuştine û got;
Bi desteka hêzên cîhanî, paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd, dewleta Tirk bê sînor êrişî mirovan dike.
20’ê Tîrmeha 2022’an artêşa Tirk li gundê Perexê ya herêma Derkara Zaxoyê komkujiyeke nû pêk anî.
Di vê êrişê de 8 geştiyar jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a faşîst di serî de li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê polîtîkayeke ya qirker li ser gelê Kurd ferz dike.
Artêşa qirker ku li hemberî berxwedana gerîllayên Zap, Avaşîn û Metînayê têk diçe. bi çekên qedexekirî êriş dike.
Û ji ber ku tevî vê yekê encaman bidest naxîne, berê êrişên xwe dide sivîlan.
Bi vê armancê li Şengal, Mexmûr, Kune Masî, Kelar, Rojava, Mûsil, Silêmanî û herî dawî li Zaxoyê bi dehan mirov şehîd kirin.
Komîteyê diyar kir ku bêdengiya hêzên cîhanî û herêmî dibe sedema zêdebûna komkujiyên dewleta Tirk û got;
Li dijî êrîşên bê hed û hesab ên dewleta Tirk, li şûna bibin hevkarên sûc, divê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Ewrûpa bibin xwedî helwest.
Divê armanca rejîma faşîst a bi xeyalên Neo Osmanî dixwaze hemû herêm di nava xwînê de dihêle, bêne sekinandin.
Dîsa em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrîşê helwest û çalakiyên xwe di asta herî bilind de nîşan bidin.
HPG’ê: Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji sivîlan bide valekirin