HPG: Li herêma Bagokê 5 endamên îstîxbarata leşkerî ya Tirkiyê hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek û 5 endamên îstxbarata leşkerî hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:

3’ê Nîsanê gerîlayan ji cihekî nêz ve li kozik û wesayitên artêşa Tirk dagirker xistin.

Di encamê de 5 endamên îstîxbarata leşkerî hatin kuştin.

Her wiha gerîlayên ku ketin kozikên dagirkeran, tevî çekan dokumanên li ser leşkeran jî rakirin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê bir.

HPG dazanîn ku gerêlayên ku ev çalakî kirin ne bi serkeftî li baregehên xwe vegeriyane.

Back to top button