Biden û Macron li ser krîza Ûkrayna-Rûsya axivîn

Serokê DYA Biden beriya serdana Serokomarê Fransa Macron bo Moskow li gel axivî. Aliyan careke din ji bo pêşîgirtina şerekî, nêrîşnên xwe bi hevre parvekirin. Serokwezîrê Almanya Scholz jî careke din anî ziman ku ewê di rewşa şer de çekan nefiroşin Ûkrayna.

Welatên Rojava ji bo pêşîgirtina şerekî metirsîdar yê navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, di nava danûstandinan de ne.

Di vê çarçoveyê de, Serokê DYA Joe biden û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron têkildarî sewqiyatên Rûsya li sînorê Kîevê axivîn.

Koşka Spî jî li ser mijarê daxuyaniyek parvekiri û got: “Lîderan li ser hewldanên berdewam ên dîplomatîk û rêgirtinê yên Rûsyayê li dijî zêdekirina leşkerî ya li ser sînorê Ûkraynayê gotûbêj kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, lîderan teqezî li ser giringiya piştgirîdayîna serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê kirin.

Lîderan li ser şêwirên derbarê mijarê bi hevkar û hevalbendên xwere jî lihev kirin.

DYA û Fransa bo Ûkrayna: Ger Rûsya êrişî Ûkrayna bike wê berdêlek giran bide

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken bi hempîşeyê xwe yê Fransî Jean-Yves Le Drian re li ser avakirina leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Blinken û Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian bi rêya telefonê axivîn.

Di hevdîtinê de her du wezîran li ser hewldanên dewam ên NATO, Yekîtiya Ewropa û welatên G7 û hevkarên din ên ji bo çareserkirina krîza Ûkrayna-Rûsyayê gotûbêj kirin.

Wezîran teqez kirin ku divê piştgiriya ji bo Ûkrayna dewam be.

Blinken û Le Drian di nirxandina xebatên hevpar ên ji bo xurtkirina aliyê rojhilatê NATOyê de li hev kirin ku ger Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike dê berdêlek giran bide.

Scholz: Di rewşa şer de emê çekan nefiroşin Ûkrayna

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz got,

Berlîn piştgira herî mezin a aborî ya Ûkraynayê ye.

Di nava 7 salên dawiyê de, me 7 milyar dolar daye Ûkrayna.

Rêveberiya Almanya ji ber helwesta wê ya li ser krîza Ûkrayna-Rûsya hat rexnekirin.

Scholz jî ji bo ev rexne ji holê rabe, bersiva pirsên li ser jimarê da û got: Em pêşengiya NATOyê ya Pêşkeftî dikin.

Li Lîtvanyayê bi sedan leşkerên me hene.

Me gelek balafirên şer şandin Romanyayê da ku bi hevalbendan re li esmanan dewriye bigerin.

Em ê ji bo dewletên Baltîk jî heman tiştî bikin.”

Lîderê Alman got, “Ji bo şandina çekan bo herêmên krîzê pîvanên me yên tund hene. Em van pîvanên ku hikûmeta berê xistibûn meriyetê jî diparêzin.”

Scholz careke din soz da ku eger Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike ewê bi hevahengiyê ligel hevalbendên xwe kar bikin û teqez kir ku Moskow wê “bedeleke giran bide”.

Back to top button