Hêza Aştiyê ya koma Afrîkaya rojhilat ji Kongoyê vekişiya

Serokkomarê Komara Demokratîk ê Kongoyê Felix Tshisekedî destnîşan kir wê berpirsyariya çarenûsa welatên xwe bigirin.
Her wiha Felix, Hêza Aştiyê EAC’ê tawanbar kir ku bi koma çekdar re tevdigere, bo vê yekê banga vekişîna wan kir.

Li Tanzanyayê di 24’ê Mijdarê de Zîrveya Serokên Dewletên Koma Aştiyê yê Rojhilatê Afrikayê pêk hatibû.

Di zirveyê de biryara ku erka Hêza Aştiyê dirêj neke hatibû dayîn.

100 leşkerên Hêza Aştiyê yê Kenyayî ji balafirgeha Gomayê ber bi paytexta Kenya Nairobi ve bi rê ket.

Hikumeta Komara Demokratîk ê Kongoyê ji bo heremên ku ji aliyê Tevgera 23’yê Adarê (M23) hatibû bi destxistin were rizgarkirin, bang li hêza aştiyê EAC kiribû.

Serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedî da xuyakirin Hêza Aştiyê ji ber li hemberî koma çekdar têk çû, erka vê hêzê dirêj nekir.

Ruanda yê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ye, sînorê Uganda û Burundî ev 20 salin di bin êrîşê de ne.

Sedema van êrîşan jî komên çekdar hewl didin kontrola madeyên kîmyewî yê Kobaltê bidest bixin.

Back to top button