Mazlûm Ebdî: Divabû Wezaretê me weke beşekî Parastina xwe dîtibaya

QSD’ê, awayê banga rejîma Sûrî da hêzên wê tevlî artêşa Sûrî bibin, rexne kir.

QSD’Ê BERSIVA BANGA REJÎMÊ DA:
EM BI TI AWAYÎ RÊBAZA BANGÊN POŞMANIYÊ QEBÛL NAKIN

Fermandariyê, hewldanên ji bo parastina axa Sûrî li hemberî dagirkeriya Tirk binirx nirxand û wiha got:

Ji bo hevgirtina hêzan, me roja pêşî helwesta xwe eşkere kir.

Divê taybetmendî û hebûna QSD’ê were pejirandin.

Ji bo hêzên parastinê ji nû ve were sazkirin, divê xebateke hevbeş pêş bikeve.

Dûbare em dibêjin, QSD’ê hêzeke leşkerî rêxistinkirî ye.

Em bi ti awayî rêbaza bangên poşmaniyê qebûl nakin.

Ji ber vê yekê li şûna poşmaniyê, pêwîst dikir wezareta parastinê ya Sûrî banga vekirina deriyê diyalogê kiriba.

Encax di rewşeke wiha de, niyeta rast a ji bo yekkirina hêzên parastinê karîba xwe bidaya der.

MAZLÛM EBDÎ: DIVABÛ WEZARETÊ ME WEKE BEŞEKÎ PARASTINA XWE DÎTIBAYA

Berî wê jî, Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bersiva vê bangê bi tiwîttekê red kiribû û gotibû:

Şêwe, awa û nêzîkatiya wezareta parastinê ya Sûrî, her wekî banga wê ji bo tevlîbûna hêzên me bi “awayekî tekane” tiştekî nayê qebûlkirin.

Divabû wezaretê çareseriyek ji bo me pêşkêş bikira ew jî ku em li herêmên xwe beşekî pergala parastina Sûrî bana.

Leave a Reply

Back to top button