Mişlib Tirkan: Hebûna çeteyan bêyî darizandinê xeteriyeke mezine

Heverokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib Tirkan dibêje “Mayîna çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên li herêmê de pir metrsiyeke mezin e.” Parêzer Mişlib tekez kir divê hemû welat û rêxistinên hiquqî dadgeheke navneteweyî ava bikin û dewlet neçar bimînin ku hemwelatiyên xwe werbigirin.

Mayîna çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên li herêmê de, metirsiyeke mezin li gel şêniyên wê çêkiriye.

Şênî daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de welatên van çeteyan wan werbigirin û darizînini.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib Tirkan jî li ser mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Mişlib Tirkan dibêje “Mayîna çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo hemû herêman, metirsî ye.”

Parêzer Mişlib da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hebûna çeteyan bitirs e, nexasim piştî geşedanên dawî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê.

Parêzer Mişlib Tirkan banga hesabxwestina ji dewletên ku piştgiriyê didin terorê kir, di serî de dewleta Tirk kir.

Back to top button