Belarûs..Bi deh hezaran li paytext Minskê li dijî Lukaşenko daketin qadan

Li Belarûsê xwepêşandan berfireh dibin. Li paytext Minskê bi sedhezarna kes daketin kolanan û serokê Dewletê Aleksender Lukaşenko şermezar kirin.

Lukaşenko jî li paytextê vê carê li cihek din bi alîgirên xwere hat gel hev û got, bi ti awayî hilbijartin nayê dubarekirin. YE jî xwe ji bo ferzkirina cezayan li ser Belarûsê amade dike.

Belarûsî li dijî gumanên di hilbijartina 9’ê Tebaxê ya li welat de bihêrsin.

Ev zêdeyî hefteyekê ye rojane xwepêşandan têne lidarxistin.

Doh careke din bi sedhezaran xwepêşandar li dijî serokê dewletê, Alexander Lukaşenko yê ku ev 26 sale deshiladariya welat dike, daketin qadan.

Li gorî ajansa Reutersê doh di xwepêşandanên li paytextê hatin lidarxistin de, nêzî 200 hezar kes beşdar bûn.

Hat gotin di xwepêşandanan de, xebatkarên televîzyona dewletê û karkerên di saziyên dewletê de jî kar dikin hebûn.

Di demek ku ev xwepêşandan dihatin lidarxistin de, ajansa navbûrî diyar kir ku nêzî 5 hezar alîgirên Lukaşenko jî li deverek din ya paytextê kom bûn.

Lê wezareta hindirîn ya welat ev jimar weke 65 hezar ragihand.

Li wir Lukaşenko ji gel re axivî û got, wê daxwaza kesên dibêjin bila hilbijartin dubare bibe pêk neyê.

Her wiha li ser daxwaza Lukaşenko ya piştevaniya ji Rûsya jî, Vîlademîr Putîn ragihand ku ew ji bo piştevaniyê amade ne.

YE ji bo Belarûsê dicive û li ser masê ceza jî hene

Li dijî zextên Lukaşenko yên li ser mixalefetê jî, ji Yekîtiya Ewropa bertek derket.

Serokê Konseya YE Charles Michel bi mijara rewşa li Belarûsê diyar kir ku wê bi civîneke awerte bicivin.

Michel di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku wê 27 welatên yekîtiyê wê roja çarçemê bicivin.

Civîn wê bi rêya vîdeo konferans pêk were.

Tê gotin mijara ferskirina cezayan li ser Belarûsê jî di rojevê de ye.

Back to top button