Di şerê li Ebexa Wanê de cerdevanek hat kuştin

Artêşa tirk a dagirker ku ji gerîla derbên giran dixwe, vê carê bi cerdevanan dixwaze encam bigre. Di şerê li çoltera Ebexê ya Wanê de, cerdevanek hate kuştin.

Hat diyar kirin ku li çoltera navçeya Ebexê ya Wanê şer derket û di şer de cerdevanê bi navê Hakki Taş hat kuştin.

Artêşa tirk a dagirker doh bi şev li herêmê dest bi oparasyoneke dagirkeriyê kiribû.

Li herêmê şerê dijwar rûda .

Li gorî agahiyên despêkê cerdevanek yê dagirkeriya tirk hatiye kuştin.

Têkildarî şerê rû da, heya niha tu daxuyaniyek fermî ji aliyê HPG’ê ve ne hatiye dayîn.

Back to top button