Koalîsyon: Me ti êrîşên hewayî pêkneanî ye

Îro danê nîvro di navbera Hêzên Koalîsyonê û hêzên hikûmeta Şamê de li gundê Til Zebeb ê Til Berek yê bi ser Qamişlo şer derket. Hat gotin ku di encamê de 4 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.

Li Qamişlo di saetên sibê de li gundê Til Deheb ê Til Berekê di navbera Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û hêzên hikûmeta Şamê de şer derket.

Koalîsyona Navneteweyî derbarê mijarê de daxuyanî da.

Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên hikûmeta Şamê destpêkê êrîşê wan kiriye û wiha got,

Dema Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk dewriyeya xwe ya ewlehiyê ya rutîn ya têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li nêzî gundê Til Deheb pêk dianî rastî êrîşê hat.

Dema hêzên me nêzî nuqteyeke kontrolê ya girêdayî rejîma Sûrî re derbas dibin bi çekên sivik hêzên me tên gulebarankirin.

Dewriyeya Koalîsyonê jî di çarçoveya xwe parastinê de bersiva gulebaranê dide.”

Her wiha Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku hêzên wan ti êrîşên hewayî pêk neanîne.

Back to top button