Vê sibehê Hêzên Rûs-Tirk li ser rêya M4 dewriyeyeke hevbeş meşandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku sibeha Duşemê hêzên Rûs-Tirk dewriyeyeke nû li ser rêya M4 meşandin.
Li gorî çavdêriyê, dewriye vê carê berevajî yên dîtir hat meşandin.
Dewriye ji gundê Eyn Hûr ê gundewarê Laziqiyê yê bakur dest pê kir û heta gundê Tirinbe yê gundewarê Idlibê yê rojhilat meşiya.
Li ser rê maşîneyeke leşkerî ya Tirk rastî êrîşekê hat.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Çavdêriyê da zanîn ku beriya 5 rojan li seranserî rêya M4 li gundewarê Idlibê hêzên Tirk hatin belavkirin.
Piştî 20 rojan careke din îro di navbera Tirk û Rûsan de dewriyeke hevbeş pêk hat.
Beriya 5 rojan Rûsyayê ragihand ku wan li Idlibê dewriyên hevbeş yên ligel tirkan rawestandine.