Li Idlibê di êrişên balafirên şer yên Rûsyayê 2 welatî birîndar bûn.
Balafirgeha Helebê piştî 48 seatan careke din dest bi xizmetê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro Hêzên Hikûmeta Şamê bi çekên giran başûrê û rojhilatê Idlibê topbaran kir.
Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jî bi heman rengî xalên hêzên hikûmetê yên li rojhilatê Idlibê armanc kirin.
Balafirên şer yên Rûsyayê jî 7 caran êrişî Idlibê kir.
Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Hat diyar kirin balafirên şer yên Rusyayê ji duh ve û heta niha 15 caran êrişî Idlibê kirin.
Di encamê de jinek hate kuştin û 8 kes birîndar bûn.
Balafirgeha Helebê ket ximzetê
Beriya 2 rojan artêşa Israîlê êrişî balafirgehên Navneteweyî yên Şam û Helebê kirin.
Di encama êrişan de her du balafirgeh ji ximzetê derketin.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku balafirgeha Helebê piştî 48 seatan ji xebatên sererastkirinê vegeriya xizmetê.