Rêxistina Fêrkirinê ya Navnetewî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Rêxistina Fêrkirinê ya Navneteweyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bakur ê rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê şeremzar kir.
Hat diyar kirin ev êriş wê rê li ber zîndîkirina DAIŞ’ê vekin.

Sekreterê Giştî ya Rêxistina Fêrkirina Navneteweyî David Edwards (Dîvît Edwerdiz) li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê daxuyaniyê de hate diyar kirin êrişên dewleta Tirk bandoreke mezin li binesaziya herêmê kirin û wiha hate gotin,

Xizmetên jiyanî yên wekî av, dibistan û nexweşxane bûn hedefa êrişan.

48 dibistan ji ber êrişan hatin sekinandin û 8 hezar û 458 xwendekar ji perwerdehiyê bê par man.

Li başûrê Kurdistanê jî êrîşên bêserûber bûn sedema koçberkirina gelek sivîlan.”

“HEDEFGIRTINA BINESAZIYA HERÊMÊ BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWÎ YE”

David Edwards diyar kir ku êrişên dewleta Tirk yên hedefgirtina binesaziyên herêmê binpêkirina qanûnên navnetewî ye û got, ev êriş wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vekin.

David Edward da zanîn ku ew ê raporekê li ser binpêkirinên dewleta Tirk bidin Rêxistina Mafên Mirovan ya NY.

Back to top button