Balafirên şer yên Rûsyayê bakurê Laziqiyê bombebaran kir.
Êrişa dijwarê ji aliyê hikûmeta Şamê û Rûsiyayê li dijî Herêma Bêçek dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Balafirên şer yên Rûsyayê li gundên bakurê Laziqiyê li dijî navendên çeteyan êrişên esmanî pêk anî.
Hikûmeta Şamê bi çekên giran gundewarê Heleb, Idlib û Hemayê topbaran kir.
Heta niha encama êrişê nehatiye diyarkirin.
Di encama şerê ji 5’ê mehê û heta niha 51 kes hatin kuştin.