Hikumeta Almanya naveroka hevdîtina Kramp-Karremauer û Akar eşkere nake

Li gel pêşnûme pirsên Partiya Çep jî, Hikumeta Alman a Federal bi israr naveroka hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar re eşkere nake.
Hikumetê di bersiva xwe ya nû de ji bo naveroka hevdîtina bi Hûlûsî Akar re got ‘sira dewletê ye’.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar 2’ê Sibata 2021’ê serdana paytexta Almanya Berlînê kiribû û bi hempîşeya xwe ya Alman Annegret Kramp -Karrenbaûer re hevdîtineke dirêj pêk anî bû.

Balkêş bû ku Akar piştî serdana Hewlêr û Bexdayê berê xwe dabû Berlînê.

Berî û piştî vê hevdîtinê jî her du wezîran wêneyên samîmî kişandibûn ku muxalefetê bi zimanekî tund ev hevdîtin rexne kiribû.

Partiya Çep çend hefte ne bi pêşnûme pirsan dixwaze hikumet naveroka hevdîtinê eşkere bike.

Hefteya derbasbûyî ji bo pêşnûme pirsa parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko, Wezareta Parastinê tenê gotibû,

“Rewşa li Sûriye û Iraqê di nava mijarên hatin nirxandin de hebû.”

Parlamentereke din a koma Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ev bersiv têrker nîne û careke din xwestibû ku detayên hevdîtinê bên eşkerekirin.

Di pêşnûme pirsa nû de têkildarî êrişa li ser Garê ji hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel hate pirsîn.

Vê carê jî Wezareta Karên Derve bersiva pirsê da.

Li gorî bersiva gihîşte ajansa me, wezaretê îdîa kir ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên nava sînorên Iraqê, li gorî xala 51’an a ‘Mafê parastina rewa’ ya NY hatine kirin.

Wezareta Karên Derve li ser êrişa li dijî Garê jî bi gotinên Tirkiyê bersiv da û tenê bi gotina “divê Tirkiye hurmetê nîşanî yekparebûna xaka wan bide’ sînordar ma.

Wezareta Karên Derve têkildarî hevdîtina Hûlûsî Akar a bi Annegret Kramp-Karrenbaûer got, “sira dewletê ye” û eşkere nekir.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût bersiva Wezareta Karên Derve rexne kir û ev tişt anî ziman:

“Di hevdîtinê de eger êrişa li ser Garê nehatibûya nirxandin wê bihata eşkerekirin.

Lê belê hikumet bi israr naverokê eşkere nake ku ev yek jî nîşan dide tiştekî vedişêre.”

Back to top button