Dûran Kalkan: Îmraliyê bûye navenda bê hiqûqê ya li Tirkiyê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bang li gelê Kurd û dostên xwe li hemberî vê helwesta saziyên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk a dagirker bi israr ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan di destpêka nirxandina xwe de li ser pergala Îmraliyê sekinî û bibîrxist ku zindana Îmraliyê veguherandina navenda bê hiquqî yê Tirkiyê û ev nirxandin kir:

“Rêveberên heyî derew kirin. Daxuyaniyeke giştî dan.

Wek wezîrê dadê yan jî wek serokkomar. Gotin ‘pirsgirêka hiquqî nîne’.

Lê niha hiqûqê bê wate kirine.

û di bin navê ‘cezaya disîplînê’ de bi awayekî hiqûqî hîleyan dikin.

Vana hemûyan bi xapandinê pêk tînin.

Me armancên wan diyar kir; hevdîtinê asteng dikin.

Di sala 25’an de, li gorî qanûnên Ewropayê divê rewşa Rêber Apo ji nû ve were nirxandin.

Dixwazin bi vî awayî rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin.”

”Saziyên Îmraliyê ava kirine, li dijî tecrîdê bêdeng in”

Tevî ku ev hemû bi awayekî eşkere pêk tên jî Dûran Kalkan diyar dike ku CPT, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li hember vê bê deng dimînin û wiha got:

“Dinya li bendê ye ku dengekî bidin, lê kerr, kor û bêdeng in.

Ango di rastiyê de saziyên ku Îmraliyê avakirine, li dijî tecrîdê bêdeng in.

Helbet ev jî îspata hevkariya wan e.

Bi vî awayî jî piştgiriya CPT, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, ya ji bo faşîzma AKP-MHP’ê diyar dibe.

Bi gotineke din, bi hevkariyê pergala Îmraliyê birêve dibin.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên xwe li hemberî vê helwesta saziyên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk a dagirker bi israr ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

”Kurd û dostên xwe bi israr azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê di berdewamiya nirxandina xwe de ev tişt anîziman:

“Li hundir û derve helwesteke mezin heye.

Li çar aliyê Kurdistanê û her devera cîhanê yekîtiya gelê Kurd, jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran heye.

Dixwazin sîstema qirker û tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe.

Û di vê çarçoveyê de jî azadiya wî ya fizîkî dixwazin.

Li ser vê bingehê dixwazin doza Kurd were çareserkirin.

Li Rojhilata Navîn jî dixwazin demokrasî û mafê mirovan serwer bibe.

Şoreşa azadiyê ya jinê li her qadê pêk were.”

Dûran Kalkan di dawî de bang li her kesî kir ku divê li her qadê têkoşîn bê mezinkirin û bi dengekî bilind rastiyê biqîrin.

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyanî da

Back to top button